Cîhan
Li Rûsyayê serdemeke nû ya Pûtîn dest pê kir
PeyamaKurd - Vladîmîr Pûtîn bi mersima sondxwarinê ya ku li paytext Moskovayê hat lidarxistin va bi awayekî fermî dest bi seroktiya dewletê ya Federasyona Rûsyayê kir.
Pûtîn bi merasima ku li Qesra Kremlînê hat lidarxistin va bi awayekî fermî dest bi peywira xwe ya sedema nû kir.
Herwiha di merasimê da qedera 3 hezar mêvanên ku di navê da endamên Meclisa Federasyonê, yên Dûmayê û yên Dadgeha Destûrê jî hebûn, amade bûn.