TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Şamê di depoya muhîmmatan de teqîn çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 12 îlon 2026 13:37

PeyamaKurd – Li Sûriyê li gundewarên Şamê li devera Dumeyrê di depoya muhîmmatê ya aîdê wezareta bergiriyê de teqînên dijwar çêbûn.

Dengê teqînan li seranserê Dumeyurê hatiye bihîstin û îtfaiye û tîmên bergiriya sîvîl şandine deverê. Teqîn li nêzî Dumeyrê li pişt istasyona Zehrayê qewimiye.

Çavkaniyekî ewlehiyê mijarê piştrast kiriye lê gotiye ku li ser xesara canî û maddî heya niha agahî bi dest nexistine.

Devera Dumeyrê li nêzî bi 45 km yan dikeve Bakûrê Rojavayê Şamê.

Parve bike: