TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Şamê teqîn: Kuştî û gelek birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2026 16:37

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 19ê Gulanê li paytexta Sûriyeyê bajarê Şamê, li herêma Bab Şarkî ku avahiya Wezareta Parastinê jî lê ye, teqîn çêbû.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku li nêzîkî avahiya wezaretê bombeyeke destî hatiye tespîtkirin. Di dema ku tîmên pispor ên leşkerî ji bo pûçkirin û bêbandorkirina vê teqemeniyê dest bi xebatê kirine li heman herêmê otomobîleke bombekirî ku berê ve hatibû amadekirin teqiya ye.

Rêveberiya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê eşkere kir ku di encama vê teqînê leşkerekî can daye û hejmareke zêde ya welatî û karmendan jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê tîmên ewlehiyê û polîs bi lezgînî herêma Bab Şarkî dorpêç kirin û rêyên ku diçin avahiya Wezareta Parastinê bi temamî li ber çûnûhatina welatiyan girtin.

Di daxuyaniya fermî ya wezaretê de hat destnîşankirin ku li dijî van çalakiyên terorîstî yên ku aramiya paytextê dikin armanc, tedbîrên ewlehiyê li seranserê Şamê xistine asta herî bilind û lêpirsîneke berfireh ji bo dîtina kiryaran hatiye destpêkirin.

Parve bike: