TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Senatoya Amerîkayê dadgehkirina Trump dest pê dike

Admin H
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 04:50

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgehkirina serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump a bi sedema bûyerên 6ê Çile ku alîgirên wî bi ser avahiya kongreya Amerîkayê de girtin, roja Sêşemê li Senatoya Amerîkayê dest pê dike.

Medya Amerîkî ragihandiye ku wê 9 senatorên endamên Partiya Demokrat wekî dozger di darizandina Trump de kar bikin.

Endamên Demokrat wekî dozgerên ezilkirina Trump dibêjin, “Heger ne ji Trump bûya ango wî alîgirên xwe sor nekiribûya, bûyera serdegirtina kongreyê ya 6ê Çile pêk nedihat.”

Heger Trump di encama darizandinê de were mehkumkirin, wê êdî nikaribe careke din bibe namzedê seroktiyê di hilbijartinan de û di ti karekî dewletê de nikaribe cih bistîne.

Ji bo Trump were mehkumkirin pêwîste 67 senatorên ji nav 100 senatorên senatoyê dengê belê bidin ku tê gotin, zehmet e Trump were mehkumkirin.

Parve bike: