Li ser pêwendiyên Suriye û Tirkiyeyê, îdiayeke nû hat kirin
PeyamaKurd- Di pêvajoya ku Tirkiye amadekariya hilbijartinên 14ê Gulanê dike de li ser xeta Enqere û Şamê, di warê dîplomasiyê de xebatên asayîkirinê berdewam dikin.
Digel ku aliyan li ser asteke bilind li ser gotûbêjê diciviyan, îdiayeke balkêş ji rojnameya El-Wetanê hat kirin ku bi nêzîkbûna xwe ya Serokê Rêjîma Suriyeyê Beşar Esad tê naskirin.
Çavkaniyên ku ji rojnameya El-Watanê re axivîn, di derbarê pêngava Tirkiyeyê ya li herêmê de îdiayeke balkêş kir.
Rejîma Şamê ku bi şertê derketina leşkerên Tirk ên ji nav sînorên Suriyeyê, dixwestin li ser maseyê rûnin, ev daxwaz di dan û stendinan de bû sedema tengasiyê.
Li aliyê din El-Watanê îdia kir ku hêzên Tirk ên li herêmê dê di dema xwe de ji herêmê derkevin û van xalan radestî El Nûsrayê bikin.
Çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîn gotin, “Enqere dixwaze li herêma kêmkirina rageşiyê, xalên xwe yên têkiliyê yên bi artêşa Suriyeyê re bide El Nûsrayê. Sedema vê jî pêkanîna daxwazên di dan û stendinên bi Suriyeyê re ye."