TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser sînorê her dû dewletan ser: 8 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 16 tebax 2019 00:27

PeyamaKurd- Demeke ku di navbera Pakistan û Hindistanê de mesela Keşmîrê giran dibe û herî dawiyê Hindistan otonomiya herêma xweser ya Keşmîrê bi biryara “meclisa temsîlakarên eyaletan” ji holê rakiribû. Betalkirina qanûna otonomiyê ji aliyê Hindistanê de bû sedema nerazîbûna dewleta Pakistanê û her diçe navbera wan nexweş dibe.

Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li devera Leepayê, li ser xetta kontrolê ya Keşmîrê, ewilî Hindistanê sîlihan bera leşkerên Pakistanê daye û leşkerên Pakistanê bersiva wan daye. Lê di encamê de 5 leşkerên Hindistanê, 3 leşkerên Pakistanê û 2 sîvîl mirine.

Hindistan û Pakistan berê li ser mijara Keşmîrê du caran şer kiribûn.

Parve bike: