TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser sînorê herdu Koreyan ser rû da

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2020 16:44

PeyamaKurd - Li navçeyeke sînorî ya Koreya Bakur û Başûr de, hêzên Koreya Bakur û Başûr teqe li hev kirin û şer di navbera wan de rû da.

Fermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand serê sibeha roja Yekşemê, artêşa Koreya Bakur teqe li zêrevanên sînor ên Koreya Başûr kirine û artêşa Koreya Başûr jî bersiva wan daye.

Li gorî berpirsên Koreya Başûr di bûyerê de zirar negihiştiye kesî û niha şer rawestiya ye.

Derbarê sedema derketina şer de ti sedemeke diyar nehatiye eşkerekirin. Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un roja Şemiyê piştî demeke dirêj ku nexuyabû û digotin dibe miri be, wêneyên wî di medyaya Koreya Bakur de hatin belavkirin.

Parve bike: