TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser sînorê Tirkiyê û Bûlgaristanê pevçûn derket

Admin M
Nivîskar
📅 09 mijdar 2022 03:49

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Edirneyê ragihand ku grûbekî xwestiye di ser Tirkiyê de li navça Lalapaşa ya Edirnê derbasî terefê Bûlgaristanê bibe lê bi polîsê Bûlgaristanê re şer kirine û di encamê de polîsekî Bûlgar kuştine û li ser bûyerê 2 kesên gumanbar xistine binçav. Zelal nîne bê grûba pevçûye, grûba koçberaye an grûbekî dine. Ragihandina parêzgeriya Edirnê ya di mijarê de wehaye:

“ Di 7 êmijdara 2020an de, siet li dora 21.35an de, li bajarê me Edirne li navça Lalapaşa li gundê Küçünlüyê di êrîşê de polîsekî Bûlgar hatiye kuştin. Li ser mijarê fermandariya cendirmeyan ya Edirneyê di encama xebatekî baş de, kesên êrîşker yên b navên E.E. û M.E. girtine. Li ser wan tivingekî nêçîrê ku di bûyerê de bikaranîne, tevî 23 fişekan ketine dest. Li ser vê bûyera xemgînî em sersaxiyê didin rêxistina polîsan û xelkê Bûlgaristanê.”

Parve bike: