Cîhan
Li ser sînorê Yûnan penaberek hat kustin
PeyamaKurd – Tê ragihandin ku li ser sînorê Tirkiye û Yûnanistanê penaberekî Sûrî hatiye kuştin ku ji bo derketiya Ewropayê li ser sînor bû.
Li gorî zanyariyan penaberê bi navê Ehmed îro 2yê Adarê li dor demjimêr 09:00an, li ser sînorê Yunanistanê hate kuştin ku guman heye ji aliyê polîsê Yûnan ve hatibe kuştin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku li Idlibê 36 leşkerên tirk hatin kuştin, Tirkiyê deriyên xwe vekirin û bi deh hezaran penaberên Sûrî gelek welatên din ên li Tirkiyê ji bo derbasî Ewropayê bibin li ser sînorên Yunanistan û Bulgaristanê civiyane û rastî destwerdana polîsên Yûnan û Bulgar tên.
Li gorî amarên hatine belavkirin di nav çend rojên dawî de bi qasî sed hezan penaber bi rêyên qaçaxî li sînoran xistine û derbasî Ewropayê bûne.