Cîhan
Li Sernex mayînek teqîya: Leskerek hate kustin!
PeyamaKurd- Li Şernex mayîneke ku ji aliyê PKKê ve hatibû bicihkirin teqîya. Di encamê de leşkerekî Tirkiyê mir.
Di derbarê bûyerê de walîtiya Şernexê daxuyaniyek da û got ku li herêma Sorutepe duh li dijî PKKê operasyonek hatibû lidarxistin. Vê sibehê leşkerekî Tirkiyê pêl mayînekê kir û mayîn teqîya. Di encamê de leşkerek giran birîndar bûbû.
Di demeke kin de leşkerê birîndar anîn nexweşxaneyê, lêbelê nehate xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li herêmê operasyonên li dijî PKKê berdewam dikin.