Li Shenzen a Çînê daxuyaniya hevbeş: Peyamên nukleerî, reforma NYê û enerjiyê hatin dayîn
PeyamaKurd -
Di daxuyaniyê de her sê lîderan tekez kirin ku şerê nukleerî nayê qezenc kirin û qet divê neyê kirin, her wiha li ser birêvebirina diyalogê ji bo kêmkirina metirsiyên nukleerî û rêgirtina li belavbûna çekên nukleerî li hev kirin.
Reforma Neteweyên Yekbûyî, enerjî û parêzbendiya fermî
Her sê welatên ku endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne, biryardariya xwe ya ji bo pêkanîna reformê di NYê de nîşan dan da ku sazî bikaribe bi awayekî bi bandortir bersiva astengiyên cîhanî bide û li gorî erkê xwe yê bingehîn ê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî tevbigere.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Çîn, Rûsya û DYA plan dikin ji bo berjewendiya hemû gelan hilberîn û dabînkirina berhemên petrolê yên safîkirî zêde bikin û girîngiya herikîna aram a enerjiyê careke din piştrast kirin.
Her wiha lîderan li ser rêzgirtina li prensîba razîbûna dewletê û parêzbendiya rayedarên dewletê li hev kirin û destnîşan kirin ku divê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û saziyên dişibin wê, desthilatên xwe yên dadwerî xirab bi kar neynin.