Li Sirbistanê tevgera xwendekaran bi ser ket
PeyamaKurd - Li Sırbistanê di hilbijartinên pêşdem ên parlamentoyê de ku bi beşdariyeke gelekî bilind ber bi dawiyê ve çûn, tevgera xwendekaran a dijî desthilatê serkeftina xwe ragihand.
Li gorî zanyariyên saziyên CeSID û Ipsosê, Lîsteya Xwendekaran bi farqa rêjeya sedî 52,7’an a daxwaza gel bi dest xist û ji 250 kursiyên Parlamentoya Sırbistanê 140 kursî bi dest xistin.
Aleksandar Vucic ê ku 12 sal in li ser desthilatê bû û beriya hilbijartinan ji Serokatiyê îstîfa kiribû da ku bibe namzedê Serokwezîriyê, têkçûna xwe qebûl kir û gelê Belgradê dest bi pîrozbahiyên li kolanan kir.
Nûnerê Lîsteya Xwendekaran Ilija Srdanovic di pîrozbahiyan de ragihand ku ew ê dawî li rêveberiya zordar bînin û li ser bingeha berjewendiyên welatiyan têkiliyên nû û çêtir bi welatên cîran û navdewletî re deynin.
Ji aliyê din ve, Vucic di daxuyaniya xwe de Amerîka û hin welatên Ewropayê bi destwerdana di hilbijartinan de tometbar kir.
Pêvajoya hilbijartinê ku pişka wê gihîştibû asta herî bilind, piştî xebatên du salan ên meşên xwendekaran ku bi sedema bûyera trênê ya li bajarê Novi Sadê dest pê kiribûn pêk hat.