TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Spanyayê sosyalîst bi ser ketin lê ji bo hikûmetê divê tifaq bên kirin

📅 29 nîsan 2019 17:08

PeyamaKurd – Di hilbijartinên parlementoyê yên Spanyayê de, Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) bi ser ket lê ji bo avakirina hikûmetê pêwist e bi partiyên din re tifaqekê pêk bîne.

Partiya PSOE ku serokwezîrê niha Petro Sachez serokatiya wê dike, di hilbijartinan de 29 ji sedê dengan wergirt û 123 kursî bidest xistiye

Li gorî van encaman partiya sosyalîst bi tenê nikare hikûmetekê ava bike lewra ji bo avakirina hikûmetê pêwist e bi partiyên Katalonyayê re tifaqê pêk bîne.

Di hilbijartinên Spanyayê de partiya VOX ku bi daxuyaniyên faşîst û rêgezperest dertê pêş jî 10 ji sedê dengan wergirtiye û ketiye parlementoyê. Piştî kuştina dîktarorê Spanyayê Franco, cara pêşiyê ye ku partiyeke faşîst dikeve parlementoyê.

Li gorî ragihandina BBCyê Sanchez di axaftina serkeftinê de got, ew dê li ser xurtkieina pêkvejiyanê bixebite û li dijî  gendelî û newekheviyê têbikoişe, “raboriyê winda kir û dahatuyê qezenc kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hilbijartina li Spanyayê di encama wan pêşketinan de çêbûbû ku Katalonyayê serxwebûna xwe ragihandibû lê Spanyayê ev biryar nas nekiribû û serokên katalanî hatibûn sirgûnkirin. Piştî vê rewşê baweriya bi Serokwezîrê Spanyayê bi Mariano Rajoyî re kêm bûbû û biryara hilbijartinên pêşwext hatibû wergirtin.

Parve bike: