TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Stembolê agir bi fabrîkayeke lastîkan ket

Admin İ
Edîtor
📅 01 sibat 2025 13:30

PeyamaKurd – Hate diyarkirin ku li navçeya Çekmekoya Stembolê agir bi fabrîkayeke lastîkan ket û dûmana şewatê ji gelek deverên Stembolê ve xuya kir. 

Tê diyarkirin ku fabrîkaya ku agir pê ketiye, li ser 3 hezar metre çarçikî ye û aşkere nebûye bê çi bûye sedem ku şewat lê rû bide. 

Piştî şewatê gelek tîmên agirkujiyê, ambûlans û polîs şandine fabrîkayê. 

Herweha hîn ziyanên madî û canî yên di encama wê de jî aşkere nebûne.

Parve bike: