Cîhan
Li Stenbolê 9 kes bi tohmeta PKKê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Îro (11.03.2019) li Stenbolê di serdegirtina malan da 9 kes bi hinceta ku bi PKKê ra têkilîyên wan hene ji alîyê polîsên Tirkîyê ve hatin desteser kirin.
Tîmên Midûrîyeta Dijterorê ya Stenbolê li 9 navendên Stenbolê bi ser malan da girtin û 11 kes desteser kirin. Kesên hatine desteserkirin birin Midûrîyeta Dijterorê ya Vatanê.
Hêjayî gotinê ye ku kesên hatine girtin, bi hinceta ku têkilîya wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ra heye, hatine desteser kirin.