TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Stenbolê di kestiyekê de teqîn çêbû, 5 birîndar hene

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 gulan 2022 19:35

PeyamaKurd-Li Stenbolê di nav keştiyekê de teqînek rû da û di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn. Li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn ji ber şidîna gazê çêbûye.

Parêzgariya Stenbolê, li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku îro saet di 10:45ê  danê sibehê de li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, ji ber şidîna gazê, di keştiya Gulf Petrolyumê de teqîn çêbûye û di encamê de 4 xebatkar bi jehrî bûne.

Tîmên hawarçûnê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û ji 5 birîndaran 4 jê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Li cihê bûyerê, lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Parve bike: