TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Stenbolê gelek akademisyen û nivîskarên naskirî hatin binçavkirin

Admin S
Nivîskar
📅 16 mijdar 2018 14:24

Îro 16ê Mijdarê berê sibehê li Stenbolê gelek mamosteyên zanîngehan, rojnamevan û akademisyenên naskirî di encama operasyona polîsan de hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku operasyon li dijî endam û rêveberên Anadolu Kulturê hatiye pêkanîn ku serokê wê Osman Kavala ev zêdeyî salekê ye hatibû girtin.

Li gor zanyariyan ji Zanîngeha Bogazîçîyê Prof. Betul Tanbay, ji Zanîngeha Bilgiyê Prof. Turgut Tarhanlı, produktor Çigdem Mater, rêveberên Anadolu Kulturê Meltem Aslan, Mustafa Yigit Ekmekçi û Asena Gunal di encama operasyona ku 6ê sibehê destpê kir de hatin binçavkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, operasyon piştî daxuyanî û rapora raportora Yekîtiya Ewropayê (YE) Kate Piri tê ku tê xwestin ji ber binpêkirinên hiqûqê û nebûna demokrasiyê gotûbêjen endamtiya Tirkiyê yên bo YEyê bi fermî werin bidawîkirin.

Akademisyenên hatine binçavkirin jî wekî kesayetên li saziyên piştgirên Ewropayê û projeyên demokrasiyê yên YEyê têne naskirin.

Parve bike: