Cîhan
Li Stenbolê operasyon: 110 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Di encama operasyoneke hêzên asayîşa Stenbolê ya bi ser hezar malan de, 110 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Navenda Emniyeta Stenbolê, li seranserê bajêr li ser navnîşanên bi qasî hezar kesên cezayê wan hatiye sepandin operasyonek hatiye kirin û di encama operasyonên hevdem de jî 110 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin kesên ji tawanên cuda cuda hatine mehkumkirin in ku dê piştî lêpirsînên polîsan derkevin pêşberî dadgehan.