Li Stenbolê testên Covid-19ê yên 24 bijîsk û perestaran pozîtîf derketin
PeyamaKurd - Testên Covid-19ê yên 24 bijîşk û perestaran li navçeyên cuda yên Stenbolê kar dikin pozîtîf derketine. Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Malbatê ya Stenbolê Dr. Kutbettin Demir ragihand ku li qezayên cuda yên Stenbolê 24 perestar û bijîşkên malbatan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya Stenbolê Dr. Kutbettin Demir diyar kir ku li Stenbolê testên koronayê yên 24 perestar û bijîşkên malbatan pozîtîf derketine û got:
“Rewşa giştî ya wan karmendên tendirûstiyê baş e. Çend hevalên me hatine razandin û di bin çavdêriyê de ne, çareseriya hevpîşeyên me yên din jî li malên wan berdewam e. Lê rewşa tendirustî ya hevalên me ne cihê nîgeraniyê ye.”
Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Malbatê da zanîn ku heta hefteya destpêkê ya Adarê wek civak şaşiyên wan çêbûn û got: "Dawiya Sibatê û heta destpêka Adarê welatiyên me yên ji derva dihatin bo raporê wergirin serî li hekîmên malbatan dan. Di vê navberê de têkiliya wan ligel yên bi temen çêbû ku li navendê li benda pişkinînê bûn. Wek bijîşkên malbatê kêmasiya me ya herî mezin nebûna tulum û berçavkan e."
Demir tekez kir ku nabe ti welatiyek eger ne bo karekî pêwîst be ji mal derkeve û got: "Îro jî kesên dibêjin nav mista testê me dixure û tiştên wiha bo pişkinînê tên. Navendên tendirûstiyê cihên herî bi rîsk in. Em ji welatiyên xwe re dibêjin ku eger ne rewşeke lezgîn be neyên."