TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê 5 mîlîsên Îranî hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 15 adar 2018 03:57

Artêşa Parêzvanên Şorişa îranê ragihand ku 5 heb mîlîsên artêşê di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Sîte ya înternetê ya Îranê  "defapress.ir" ku nêzî artêşa Îranê ye ragihand ku Afxanistaniyên koçî Îranê kirine ji wan ‘Tumena Fatîmiyûn’ hatibû avakirin, 5 mîlîsên wê li Sûriyê di şer de mirine.

Her pênc mîlîsên bi navên Seyyid Ekber Huseynî, Muhammed Îsa Ahmedî, Murteza Kerîmî, Salim Seferzade û Muhammed Gulam Muhsînî wê li deverên Îranê yên ji hev cuda bên binaxkirin.

Li Sûriyê mîlîsên Îranî yên bi ser artêşa Îranê, Tumena Fatîmîyûn ku ji mîlîsên Afxan pêkhatiye û Tûgaya Zeynebiyûn ku ji Pakistaniyan pêk tê, di sefê rejîma Beşar Esad de şer dikin.

Li gor rêjeya ku ne fermiye, heya niha kuştiyên Îranî li Sûriyê jimara wan ji 2.400 kesî derbas bûye.

Parve bike: