Cîhan
Li Sûriyê du keseyên ermenî hatin kustin
PeyamaKurd – Li Sûriyê di encama êrişeke çekdarî de du keşeyên Dêra Ermeniyên Katolîk ,Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan hatin kuştin. Berpirsyariya êrişê DAIŞê li xwe girt.
Herdu keşeyên ermenî ku ji Qamişloyê ber bi Dêrezorê ve diçûn, Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan hatin kuştin. Di êrişê de herwiha Diyakozê Dêra Hesekê jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku herdu keşe jî di encama teqekirinê de jiyana xwe ji dest dane. Di êrişê de herwiha Diyakozê Dêra Hesekê ku di wesayîtê de bû Fati Sano jî birîndar bû.
Malpera Amerikan Ermeni Asambleyê aşkere kir ku Berpirsyariya êrişê DAIŞê li xwe girtiye.