TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê esîran bi hev guhertin

Admin M
Nivîskar
📅 24 mijdar 2018 23:38

PeyamaKurd- Li Sûriyê rejîm û muxalefet esîrên wan yên ku destê hevde bûn, di asta ewilî de, her aliyekî deh kesan berdan û wan bi hev guhertin. Ev guhertina di çarçoveya peymanên Astana de hat kirin.

Her dû alî di bin garantoriya Tirkiye û Rûsya de, li navçeya Bab ê, li bajarokê Tadîfê ku di bin kontrola rejîmê de ye, her aliyekî deh kesan serbest berda. Ev guhrtin weka sembolîke û tê zanîn ku herî kêm di destê rejîmê de 1500 kesên muxalif hene.

Li gor peymanan, divê ev guhertina esîran dewam bike.

Parve bike: