TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê hêzeke leskerî ku serê artêsê neke hat avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2020 23:59

PeyamaKurd - Li Sûriyê bi navê Hurras El Ehd El Wetenî, hêzeke nû ya leşkerî hat avakirin ku mebesta wan ne şerê artêşa Sûriyê ye. Lê wê hêzê ragihandiye ku ew dê şerê komên çekdarên terorîst, hêzên Îranê û Hizbûllahê bikin ku wan Sûriyê dagir kirine.

Hêza Hurras El Ehd El Wetenî bi daxuyaniyeke vîdyoyî li ser torên medyayî avakirina xwe ragihand.

Hat diyarkirin ku baskê siyasî yê hêza Hurras El Ehd El Wetenî, Cebhet El Înqaz El Wetenî ye ku Fehed El Mesrî serokatiya wê dike. Tê gotin ku Îsraîlê Serokê wê hêzê Fehed El Mesrî wekî kesê cihê Beşar Esed bigire pêşniyar kiriye.

Encumena hêza çekdar a Hurras El Ehd El Wetenî dibêje, ew dê sînorê di navbera Urdun û Sûriyê de biparêze, ji bo ku terorîst derbasî nava xaka Sûriyê nebin ku wekî hêzeke taybet a bo başûrê Sûriye-Urdinê hatiye avakirin.

Parve bike: