TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Swêd “hisyariya ser” hat dayîn

Admin M
Nivîskar
📅 22 gulan 2018 19:57

PeyamaKurd- Li welatê Swêd (Îsweç) ku di dinyayê de welatê herî zêde bi ewleye û aşîtî lê heye, broşura “hişyariya şer” hat belavkirin. Lê tişta balkêş ew e ku piştî gengeşeya navbera Swêd û Rûsyayê ev broşur hat belavkirin û jimara broşuran li dora 4.8 mîlyoniye.

Li welatê Swêdê di rojevê de endamtiya NATOyê û mijarên asayîşê di rojevê de ne. Bruşurên bi navê “Bo şer amade bin” bo 4.8 mîlyon malî hatin belavkirin. Di broşurê de li hemberê êrîşan wê çawa xwe amade bikin û xelk çawa karibe alîkariya sayîşa welat bike, tê îzahkirin.

Broşur 20 rûpele. Ji bilî amadekariya şer, tê de behsa bidestxistina çawaniya xida, av û ardûyan dike. Asta cûreyên alarman û tiştên ku divê bên kirin di broşurê de hene. Di broşurê de behsa êrîşên terorî dike û hevokeka weha balkêş tê de heye:

“Her çendîn Swêd ji gelek welatan bêhtir bi ewleye jî hêjî tehdîdên li ser ewlekarî û serxwebûna me hene.”

Parve bike: