Cîhan
Li Tekirdagê bi gumana propoganda PKK ê kirine 9 gumanbaran xistin bin çav
PeyamaKurd – Li bajarê Tekirdağ a Trakyayê bi sedema ku propoganda PKK ê kirine, 9 kes ji aliyê tîmên alaya cendirmeyan, beşa têkoşîna bi terorê û îstîxbaratê de hatin binçavkirin. Operasyon bi serpereştiya serdozgeriya bajarê Tekirdağê de hat kirin.
Li gor îstîxbarata alaya cendirmeyan bi dest xistiye, li Çorlu û Çerkezköyê di heman wextê de operasyon hatine kirin û di operasyonan de kesên bi navên V.Ö., Y.E., G.D., M.Ç., İ.O., M.F.Ö., B.E., Y.D. û D.D. hatine desteserkirin û sitendina îfadên wan dewam dike.