TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tekîrdagê êrîşî komelaya Kurdi kirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2026 14:03

PeyamaKurd - Li navçeya Çerkezkoyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê, kesekî bi çek êrişî Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê kir.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, îro berê sibehê demjimêr 00:10an kesekî bi çekê gule berdan Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê.

Di êrişê de du gule li avahiya komeleyê ketin û cama wê şikest.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û di encama lêkolînan de gumanbarek bi tohmeta êrişê hat desteserkirin.

Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê ku li herêma Trakyayê komeleya yekem a fêrkirina zimanê Kurdî ye, Gulana 2025an hatibû vekirin.

Parve bike: