TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Teksas a Amerîkayê êrîsî merasîma derçûnê ya zankoyê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 17:51

PeyamaKurd – Li Eyaleta Teksasa Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî ya ser merasîma zankoyekê de, hejmarek xwendar hatin kuştin û birîndar kirin.

Rojnameya Dallas Morning Newsê ragihand, li bajarokê Greenville li Zankoya Texas A&Mê êrîşeke çekdarî li merasîma derçûna xwendekaran hatiye kirin.

Di vîdyoyên ku li ser medya civakî hatine belavkirin de, tê xuyakirin ku gelek kuştî û birîndarên wê êrîşê hene.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama êrîşa çekdarî ya li Zankoya Texsas A&Mê 2 kes hatine kuştin û herî kêm jî 10 kes birîndar bûne.

Parve bike: