Cîhan
Li Terablûsa Libyayê çekdarên girêdayî Tirkiyê serê hev kirin
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku li paytexta Lîbya, Terablusê çekdarên girêdayî Tirkiyê yên Sûriyeyî xwe bi xwe, bi hev ketine.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî, li devera Zawiya El-Dehmanî ya Terablusê, şerekî dijwar di navbera çekdarên Sûriyeyî de derketiye û çekên sivik û giran hatine bikaranîn.
Hat îdiakirin ku ji ber aloziyeke navbera komên çekdar xwe bi xwe hev pev ketine û ev şer rû daye.
Berî çend rojan jî komên çekdar gefa vekişîna ji eniyên şer xwaribûn.