TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê 1.000.000 kesî bo Erdogan got "TEMAM" yanî BES e

📅 09 gulan 2018 03:29

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê ji partiya AKPê Recep Tayyip Erdogan di civîna gruba partiya xwe de got: “ Heke millet bêje Temam emê vekişin” di nava çend seetan de milyonek kesî got “TEMAM”.

Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna gruba partiya xwe de got: “ Millet ez anîm Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê û  Serokatiya Giştî ya AK Partiyê û Serokwezîrî û Serokkomarî jî dana milletê min bûn. Heke millet bêje temam emê vekişin.” Ev gotin li ser Twitterê bû rojev û heta niha 1.000.000 kesî gote TEMAM, yanî "Bes e em te naxwazin" û hejmar deqqe bi deqqe zêdetir dibe.

Li hemberî vê alîgirên Erdogan jî taga "DEWAM" dan destpêkirin lê ya wan ji 50000î derbas nebû.

Parve bike: