Cîhan
Li Tirkiyê 66 hezar lesker terxîs dibin
PeyamaKurd- Bi sedema Kovid-19 ê leşkerên ku leşkeriya xwe qedandibûn, heya niha nedahatin terxîskirin. Lê îro roja terxîsa leşker ji aliyê serokkomar Erdoğan ve hat aşkerakirin. Li gor beyana serokkomar wê 66 hezar leşker di 31 ê gulanê de bên terxîskirin û dê leşker herin malên xwe.
Bo leşkerên nû yên ku dê herin bo leşkeriya xwe bikin, wê di 5 ê hezîranê de be. Leşkerên ku terxîsa wan mehekî hat dirêjkirin 66 hezarin û yên ku nuh herin leşkeriyê 53 hezar kesin.
Kesên ku bi peran leşkeriya xwe bikin bo her yekî 5 hezar û 261 Euro hat tesbîtkirin. Divê ew jî heya 31 ê meha 12 an siet 18.00an seredana xwe bikin.