Cîhan
Li Tirkiyê çûn û hata 31 bajaran bo 14 rojan hat qedexekirin
PeyamaKurd- Berya 2 hefteyan çûn û hatina 31 bajaran li Kurdistanê û li Tirkiyê ji aliyê wezareta karên hundir de hatibû qedexekirin. Ew wext îro diqede û car din qedexeya çûn û hatina 31 bajaran bo 15 rojan hat dirêjkirin. Biryar bi sedema tedbîra belavbûn û berlêgirtina kovid-19 ê hat dayîn.
Di nava 31 bajaran de 30 bajar ji wan bajarên mezinin û bajarê dinê jî Zonguldak e. Zonguldak bi sedema ku ciyê komir derxistinê ye û danişvanên bajêr bi xebatkarên di komirê de ji %60 ê wan nexweşîna wan ya pişikê heye lewra weka taybet bo wê tedbir tên sitendin.