TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê îstîfayên ji AKP ê dewam dikin

Admin M
Nivîskar
📅 15 îlon 2019 01:50

PeyamaKurd- Piştî serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu û hevalên wî ji AKP ê îstîfa kirin, li peywan gelek dest bi îstîfayan kirin. Îro jî parlementerê berê yê bajarê Konyayê Ömer Ünal û parlementerê berê yê Agiriyê Cesim Gökçe ji AKP ê îstîfa kirin.

Piştî Ahmet Davutoğlu, cîgirê serokê AKP ê yê berê Selçuk Özdağ, parlementerê berê û serokê komîsyona mafên mirovan ya Meclisa Tirkiyê Ayhan Sefer Üstün, parlementerê berê yê Îstenbolê Abdullah Başçı, serokê leqa Îstenbolê yê berê Selim Temurci û serokê berê yê leqa Ankara Nedim Yamalı jî ji partiyê îstîfa kirin.

Parlementerê berê Feramüz Üstün, damezrênerê leqa Şişliyê Ahmet Müfit Cengiz di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihandin ku ji partiyê îstîfa kirine.

Piştî van îstîfayan tê gotin ku Ahmet Davutoğlu xebata avakirina partiyê lezandiye û wê di 2 mehan de partiyê ava bike.

Parve bike: