Cîhan
Li Tirkiyê profeseroke jin ji Covid-19 can da
PeyamaKurd – Piştî ku doh 1ê Nîsanê Profesorê Zankoya Çapa ya Stenbolê Cemîl Taşçioglu ji ber vîrusa koronayê can da, îro 3yê Nîsanê jî profesoreke jin li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji heman nexweşînê can da.
Hat ragihandin ku Profesor Dr. Ferîha Oz ku seroka Beşa Zanîsta Patalojiyê ya Zankoya Cerrahpaşa ya Tibê bû, di 87 saliya xwe de ji ber nexweşîna Covid-19 can daye.
Nûçeya mirina Ferîha Oz ji aliyê Dekanê Zankoya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Sait Gonen ve hat ragihandin.
Li Tirkiyê li gorî amarên 1ê Nîsanê heta niha 277 kesan ji Covid-19 can dane û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 16 hezar kesan ku bajarê Stenbolê bi hejmara nêzîkî 9 hezar tûşbûyan di rêza yekem de ye.