Cîhan
Li Tirkiyê rewsa dawî ya Kovid-19 ê
PeyamaKurd- Li Tirkiyê îro 78 kes ji ber Kovid-19 ê jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fatrettin Koca bo 1.983 kesan teşxîsa Kovid-19 ê danîne. Bi temamî 124 hezar û 395 kes bi Kovid-19 ê ketine û heya niha bi tevahî 3 hezar û 336 kes mirine. Li Tirkiyê ji 30 yê adarê heya niha cara yekeme ku jimara nexweşan dikeve bin 2.000 ê. Nexweşên ku baş bûne du car lê ye. Heya niha rêjeya li Tirkiyê weha ye:
1.11.366 test hatine kirin.1.445 kes di beşa hûrlênêrînê de ne. 778 kes bi cîhazan ve girêdayîne. Heya niha 58 hezar û 259 kes baş bûne. Îro 36.318 test hatine kirin. Îro 1.983 kes bi vîrusê ketine. 4.451 kes baş bûne.