Cîhan
Li Tirkiyê serokê partiyekê ji koronayê mir
PryamaKurd - Serokê Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP) Haydar Baş, li bajarê Trabzonê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.
Serokê BTPê, Haydar baş ev 4 roj bûn li bajarê Tirkiyê yê Trabzonê ji ber koronayê nifşê nû (Covid-19) di bin çavdêriya pizîşkî de bû.
Haydar Baş ku tevî wî 8 endamên malbata wî bi koronayê ketibûn û li nexweşxaneyeke Trabzonê dihat dermankirin, îro 14ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Serokê BTPê Lutfullah Onder duh diyar kiribû ku Haydar Baş ev 4 roj in li nexweşxaneyê ji ber koronayê tê dermankirin.
Serokê BTPê Haydar Baş 73 salî bû.