Cîhan
Li Tirkiye û Bakur rewsa dawî: 108 wefat û 22.699 pêketiyên nû
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê rewşa dawî ya Covid-19 eşkere kir.
Li gorî tabloya ku wezaretê belav kiriye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 108 kesên din ji ber koronayê mirin û 22 hezar û 699 kesên din jî pê ketin.
Hatiye diyarkirin ku testa 239 hezar û 637 kesan hatiye kirin û ji wan ya 22 hezar û 699 kesan pozîtîf derketiye û 5 hezar û 835 kes jî baş bûne.
Li gorî nexşeya hatiye belavkirin hejmarên pêketinan herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin ku ev demek e rengê wan sor e.