Cîhan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 140 kesên din ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, tabloya 24 saetên dawî ya rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî wê di nav 24 saetên borî de 140 kesên din ji nexweşiya vîrusa korona Covid-19 wefat kirine û 5 hezar û 277 kesên din jî pê ketine.
Herwiha hejmara nexweşên bên razandin di rojekê de 684 kes in û hejmara yên baş bûne jî 5 hezar û 860 kes in.
Li gorî ragihandina wezareta tenduristiyê 23yê meha Kanûna 2020an hejmara herî zêde ya mirinan hatiye tomarkirin ku 259 kes ji koronayê miribûn.