TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tûnisê hemû ofîsên Tevgera Nehda hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 18 nîsan 2023 21:30

PeyamaKurd - Piştî ku doh 17ê Nîsanê Serokê Nehdayê Raşîd Xenoşî hat girtin, hemû ofîsên Tevgera Nehda yên li seranserê Tunisê hatin girtin û kombûna li van nûnertiyan jî hate qedexekirin.

Serokê Tevgera Nehda Reşîd Xenoşî piştî daxuyaniyên wî yên li ser îslama siyasî hate girtin.

Xenoşî dawiya hefteya borî, ragihandibû, ger îslama siyasî ya ku partiya wî jî ji nav derketiye, ji holê were rakirin, wê li ser Tunisê gefa ‘şerê navxweyî’ çêbibe ku ev gotinên wî wekî derxistina aloziyê û şer hatin nirxandin.

Hêjayî gotinê ye, Tevgera Nehda jî wekî partiya deshilatdar a Tirkiye AKPê xwedî kevneşopeke îslama siyasî ye ku wekî AKP ya Tunisê jî tê naskirin.

Parve bike: