Cîhan
Li Urdinê êrîşî dêrê kirin: 6 kuştî, 28 birîndar
PeyamaKurd - Li parêzgeha Karakê ya li navenda Urdinê, du êrîşkarên nasname nediyar dema nimêja înê bi çekan êrîşî merasîma şînê ya di dêrê de kirin.
Berdevkê Hikûmeta Urdunê Mohammad al-Momani ragihand ku di vê êrîşê de şeş kesan jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku êrîşkar bi otomobîlekê hatine cihê bûyerê, çend deqeyan bi çekan gule li beşdarên şînê reşandine û paşê ji herêmê reviyane.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê li herêmê hatin bicihkirin û lêkolîn hat destpêkirin.
Yek ji beşdarên merasîmê Khaled Burqan ji kanala dewletê re ragihandiye ku di dema êrîşê de bi dehan kes di nav dêrê de bûn û tirs û aloziyeke mezin çêbû.
Heta niha berpirsiyariya êrîşê ti rêxistin û komekê li xwe negirtiye.