TR KU SO
FB X
Cîhan

Li welatekî din vîrusa korona derket

Admin H
Nivîskar
📅 28 sibat 2020 21:37

PeyamaKurd – Piştî ku doh 27ê Sibatê li welatên New Zeland, Lîtvanya û Holendê yekem haletên tûşbûna vîrusa koronaya nû hatin tomar kirin, îro 28ê Sibatê jî hat ragihandin ku li welatê Belarûsê yekem nexweşê vîrusê hatiye tomar kirin.

Vîrusa koronaya nû Covid-19 ku li Vuhan a Çînê derketiye heta niha li bêhtirî 40 welatan belav bûye.

Tenê li Çînê 2 hezar 788 kesan ji wê nexweşînê can daye ku doh jî li heman welatî 24 kes ji wê vîrusê mirin.

Bi taybet piştî belavbûna vîrusa korona li Îranê metirsiyeke zêde li ser welatên Rojhilata Navîn çêbûye ku heta rayedarên Îranî jî bi wê vîrusê ketine.

Heta niha li Îranê bi qasî 300 tûşîbûyên vîrusê hatine eşkere kirin û mirina 34 kesan jî hatiye ragihandin.

**

ÎRAN

Li Îranê 4 parlamentarên din bi vîrusa koronayê ketin

Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê, Mihemed Elî Wekîlî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku 4 parlamenterên Îranê tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Beriya niha jî 2 nûnerên din ên parlamentoya Îranê, Mihemed Sadiqî û Mucteba Zûnnur bi vîrusa koronayê ketibûn.

Herwiha pêşter hatibû ragihandin ku 30 endamên parlamentoya Îranê pişkinîna Koronayê bo hatiye kirin û di encamê de pişkinîna 4 kes ji wan pozitiv derketibû.

Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Peywendiyan û Ragihandina Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di twîtekê de ragihandibû ku her ku diçe Korona li Îranê belav dibe û “baştir e ku xelk li malên xwe bimînin û hatinûçûnê nekin.”

Cehanpûr herwiha daxwaz ji xelkê kiribû ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê xwe ji her kombûnekê dûr bigirin.

Herwiha berî niha jî hatibû ragihandin ku  Cîgira Serokomara Îranê bo karûbarên jinan tûşî vîrusa Koronayê bûye.

Hadî Xusrew Şahî, Balyozê berê yê Îranê li Vatîkanê û Serokê berê yê Nivîsingeha Karûbarên Berjewendiyên Îranê li Misirê bi vîrusa Koronayê ketibû û cane xwe ji dest dabû.

Li Îranê heta niha bi sedema vîrusa Koronayê 34 kesan cane xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya xelkê jî li wî welatî tûşî Koronayê bûne.

Ji bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa Koronayê hikûmeta Îranê bêhnvedana fermî ji bo dibistanan ragihandiye, hemû çalakiyên werzişî rawestandine û helmeta pakkirina şûnên giştî daye destpêkirin.

***

 

Parve bike: