TR KU SO
FB X
Cîhan

Li wî welatî, êrîsa komkujî hat kirin: Kustî hene!

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2023 01:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Komara Demokratîk a Kongoyê, di êrîşa bombeyî ya ku li dijî dêrê hat kirin de gelek kes hatine kuştin.

Ji aliyê Berdevkê Artêşa Kongoyê Anthony Mualushay ve hat ragihandin ku êrîşa bombeyî ya li Dêra Spak a li Bakurê Kivuyê rast e û got ku dibe ku êrîş ji aliyê endamên Hêzên Tifaqa Demokratîk (ADF) ve hatibe kirin.

Ji peywirdarên ewlehiyê yên li herêmê Korgeneral Apollo Mwanamboka jî got ku di êrîşa navborî de 10 kes bûn qurbanî û 15 kes jî birîndar bûne.

Yek ji şahidên bûyerê Julius Kasak jî diyar kir ku di dema teqînê de ew ji dêrê derbas bûye û wî dîtiye ku hin kes ji bo alîkariya birîndaran ji malên xwe ber bi dêrê ve dibezin.

ADF ku di dawiya salên 1990an de li Uganda û KDC dest bi xebatan kir, ji aliyê endamên berê yên tevgerên wekî Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Uganda (NALU), Artêşa Rizgariya Misilman a Uganda û Tablighi Jamaat ve hatiye damezirandin.

Li gorî texmînan, ji sala 2014an vir ve di êrîşên rêxistina ku tê îdiakirin ku li herêmê dewleteke îslamî ava bike, bi hezaran sivîl mirine û bi sed hezaran kes jî koçber bûne.

Parve bike: