Cîhan
Li Wuhanê metirsiya pêla duyemîn: Xelk ketin dorê!
PeyamaKurd - Li Wuhana ku cara ewil korona (covid-19) lê peyda bûbû, ji ber metirsiya pêla duyemîn xelk dikevinê dorê da ku test li wan bê kirin.
Gel ji aliyekî ve piştgiriya testan dikin û dikevine dorê da ku test li wan were kirin lê ev yek ji aliyê din ve ditirsin ku ji ber qereblalixiyê enfekte bibin.
Wekî tê zanîn ev demek dirêj e li Wuhanê haletên nû yên koronayê neyên tomarkirin.
Li Wuhanê ku jiyan êdî tê asayîkirin 5 haletên tûşbûnê hatibûne tomarkirin û hi ber hindê rayedar ditirsin pêlek nû ya pandemiyê rû bide.