Cîhan
Li Wuhanê pistî bazirganiya ajalên hov xwarina wan jî hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li Wuhana Çînê ku vîrusa koronayê cara pêşî li wir peyda bûbû, piştî ku bazirganiya ajalên hov hatibû qedexekirin, niha nêçîrkirin û xwarina wan jî hat qedexekirin.
Li gorî medya çînê, cureyên masiyên qedexe jî tê de, nêçîrkirin û xwarina hemû cure ajalên hov hatiye qedexekirin.
Tevî ku ne teqez be jî tê texmînkirin ku vîrusa koronayê ji pelçemokan derbasî ajaleke hov û ji wê jî derbasî mirovan bûye.
Piştî ku di dawiya sala boî de li Çinê nexweşî peyda bûbû bazirganiya hemû ajalên hov hatibû qedexekirin lê goştên ajalên hov dihat kirin û firotin.