TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê 8 rojnamevan hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2018 21:04

PeyamaKurd- Li welatê Yemenê di 6 mehê ewilî yê salê de, 8 rojnamevan hatin kuştin û gelek caran mafên wan hatin binpêkirin.

Li gor rapora Mala Çavdêriya Çapemeniya Azad ya bi ser Navenda Lêkolîn û Zanînên Aborî (SEMC), li welatê Yemenê, di 6 mehên ewilî de 53 binpêkirinên mafên rojnamevanan hatiye kirin. Kuştina 8 rojnamevanan, birîndarkirin, revandin, şiddet, tehdîd, êrîşkirina ser navendên medyayê hinek ji wan in.

Di binpêkirinan de piraniya wan ji aliyê Hûsiyan de hatiye kirin lê hukumet û koalîsyona di bin serokatiya Erebistana Si’ûdî de jî, mafên rojnamevanan binpê kirine.

Parve bike: