Cîhan
Li Yemenê fermandarekî pilebilind hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di şerekî navbera hêzên hikûmeta demkî ya Yemenê û milîsan de fermandarekî pilebilind ê Konseya Veguhêz a Başûr hatiye kuştin.
Hatiye diyarkirin ku di êrîşeke li Wadî Selayê de fermandarê Lîwaya Es-Sumud Elî Qasim e—Halimî û hejmarek kesên ligel wî ku Îmarat piştevaniya wan dike hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, Îmarat û hevpeymana Siûdî pêşengiya wê dike piştevaniya hêzên hikûmeta veguhêz dikin û şerê dijî milîsên Hûsîyên Îranê dikin.