Li Zelandaya Nû êrîsî mizgeftê kirin: Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li Zelandaya Nû di dema nimêja înîyê da êrîşî du mizgeftan hate kirin. Hat dîyar kirin ku di êrîşê da 49 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê ChristChurch yê Zelandaya Nû duhî di dema nimêja înîyê da êrîşî du mizgeftan hate kirin. Hat dîyar kirin ku di êrîşê da 49 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn. Êrîşkar êrîşa xwe ya li dijî mizgeftê li ser medyaya civakî bi awayekî zindî belav kir.
Tê gotin ku êrîşkar Brenton Tarrantê ku ji malbateke skoçî ye û li Australyayê ji dayîlk bûye.
Serokwezîrê New Zelandayê Jacinda Ardern piştî êrîşê daxuyanîyek da, “îro rojek ji rojên herî reş ên Zelandaya Nû ye. Em bi êrîşekê ku dîrokê da nehatîye xuyakirin ra rû bir û ne. Ev bûyereke nedîtî û nebînayî ye û eşkere çalakîyeke tundrew e. Em bi tundî li dîjî van çalakîya ne.”
.@jacindaardern: We have experienced an attack today unlike anything we have experienced before.
— Sky News Australia (@SkyNewsAust) 15 Mart 2019
New Zealand has been chosen because we are not a place where violent extremism exists.
We reject those notions and we must continue to reject them.
MORE: https://t.co/wSY5BHt4aA pic.twitter.com/JzzaB3gifu
Polîsan 4 kesên ku dihê gotin ku eleqeya wan bi êrîşê ra heye desteser kirin. Herweha hat dîyar kirin ku êrîşkar jî hatîya desteserkirin.
Nehat zanîn bê di wê êrîşê da ji xelkê Herêma Kurdistanê jî qurbanî hene yan na.