TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Zikarê agir berdan baregeha qeymeqamiyê

Admin M
Nivîskar
📅 26 mijdar 2019 04:21

PeyamaKurd- Li başûrê Iraqê li bajarê Zikarê xwepêşandêr agir bera baregeha qeymeqamiyê dan. Xwepêşandêr li ser rêya ku Nasiriye û Bexdayê bi hev ve girêdide, li ser pirê lastîkan şewitandin û nehiştin erebe herin û werin. Xwepêşandêr li devê pirê konekî bo xwe vegirtin.

Grûbeka dinê ya xwepêşandêran jî li navçeya Ed Dewaye ku bi ser bajarê Zikarê ve ye, agir berdan baregeha qeymeqamiyê. Xwepêşandêr nahêlin ti kes here ser kar û xebata xwe û hetta herin xwendegehan.

Parve bike: