Cîhan
Liberation îro bi mansetê ‘Notre Drame’ derçû!
PeyamaKurd - Rojnameya frensî Liberation, îro bi manşeta ‘Notre Drame’ (Drama me) derket.
Rojnameya navdar a frensî Liberationê îro (16.04.2019) şewata katedrala Notre Dame kir manşet û navê Notre Dame ku navê xwe ji Dayika Meryem digire û tê wateyê (Xatuna me) bi lîstikeke peyvan guherand û weke ‘Notre Drame’ (Drama me) nivîsand.
Notre drame - la une de Libération du mardi 16 avril 2019 pic.twitter.com/dRCIexgGZ4
— Libération (@libe) 15 Nisan 2019
Manşeta rojnameyê li seranserê cîhanê bû trend topîc (şandeyên ku herî zêde dihên parvekirin).
Duhî li Katedrala tarîxî ya Notre Dame şewat derketibû û di encama wê şewatê de baluleya çanê rûxiya û paşê jî banê wê hat xwarê. Dihê gotin ku beşek mezin a katedralê şewitiye.