Cîhan
Libya: Bi êrîsa balafira tirk 8 lesker hatin kustin
PeyamaKurd - Çavkaniyeke ji Artêşa Netewî ya Libyayê (Hêza Xelîfe Hafter) ragihand ku di encama êrîşeke balafireke bêmirov a Tirkiyê de, 8 leşkerên wan hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Al-Arabiya di encama êrîşa Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) bi ser hêzên Hafter de, li Trablûsê 8 leşker hatine kuştin ku Artêşa Netewî ya Libyayê bi vê êrîşê Tirkiyê tawanbar dike.
Çavkaniyên herêmî yên Libyayê heman nûçeyê piştrast dikin û radigihînin ku hêzên Hafter ew NHBya Tirkiyê xistine xwarê.
Beriya niha jî hêzên Hafter îdia kiribûn ku wan NHByeke Tirkiyê xistiye xwar.