TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîbya | Di belema noq bû de 61 koçber mirin

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2023 15:33

PeyamaKurd – Hate ragihandina ku di belemeke koçberan a roja Şemiyê 16ê Kanûnê li peravên bajarê Zwara ya Libyayê noq bûye de, 61 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) tê texmînkirin ku 61 koçber li peravên Lîbyayê di belemeke koçberan a binavbûyî de xeniqîne ku 86 kes tê de bûn.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî diyar kir, di nav miriyan de, jin û zarok jî hene ku hejmareke ji wan hê jî winda ne.

Parve bike: